Îlon 03, 2010  

Demîrtaþ : Cemîl Çîçek wê 12'ê Îlonê fêrî Kurdî bibe

ANF
15:15 / 31 Tîrmeh 2010

COLEMÊRG - Hevserokê BDP'ê Selahttîn Demîrtaþ, bi parlamenterên heremê re ji 20 hezar kesî re axivî û banga boykotkirina referandûma 12'ê ‘Îlonê kir.

BDP'ê di çarçoveya kampanyaya boykotkirina referandûma 12'ê Îlonê de yekemîn mitinga xwe li Colemêrgê bi beþdarbûn Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaþ û parlamenterên BDP'ê yên heremê Hamît Geylanî, Pervîn Buldan, Nurî Yaman, Fatma Kurtulan û Ozdal Uçer, li dar xist. Konvoya BDP li mewqiya Çîftlîkê ku 20 kîlometreyan dûrê Colemêrgêye bi pankarta "Hûn bi xêr hatin keleha berxwedanê" û "Em AKP'ê naxwazîn, em demokratîkbûyînê dixwazin" hate pêþwazîkirin. Polîs û tîmên taybet li derdora qada mitîngê tedbîrên berfireh girtin.

Hevserokê BDP'ê Salahattîn Demîrtaþ, piþtî di nava girseya mezin re derbas bû û bi zorê xwe gîhand ber Þaredariyê ku lê mîting pêk hat. Dema Demîrtaþ dest bi axaftinê kir girseyê bi yek dengî dirûþmeya Bijî Serok Apo", "Êrîþ me bêzar nakin", "Ev gel bi we serbilind e" berz kirin. Girseyê di pêþwazîkirinê de pankartên "Gelê Colemêrgê we silav dike", "Hûn bi xêr hatin Colemêrgê", "Em makezagona demokratîk dixwazin", "Em naçin sindoqê, Em wê boyot bikin" vekirin. Demirtaþ, girse bi Kurdî silav kir û dest bi axaftinê kir. Demîrtaþ, diyar kir ku AKP dixwaze makezagona xwe ava bike û makezagona nijadperest û darbeya 12'ê Îlonê bi gel bide erê kirin. Demirtaþ, anî ziman ku êdî gel vê makezagonê qebûl nake û wiha got: "Edî ev gel di vê makezagonê de hilnayê. AKP'ê daxwazên BDP'ê û gelê Kurd qebûl nekir. Me xwest em polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê biguherin. Lê hikumeta AKP'ê bi vê nêzîkatiya xwe dirûtiya xwe nîþanî me da. Gelê Kurd ji çanda berxwedan û têkoþînê hatiye. Wê bersîva AKP, CHP û MHP'ê di 12'ê ilonê de dibe. Gelê kurd wê vê makezagona 12'ê îlonê têxe gorê. Ji bo daxwazên gel di vê makezagonê de tune em boykot dikin. Divê li herêmê tu deng ji sindoqan dernekeve. Dema di 12'ê îlonê de sindoq vala derkevin wê demê Cemîl Çîçek wê fêrî Kurdî bibe. Wê bêje 'Vay limin'. "

Demîrtaþ diyar kir ku ew ji bo piþtgiriyê bidin gelê xwe çûbûn Dortyolê û wiha got: "Lê dewletê û hikûmetê pêþiya me bi awayekî bê hiquqî girtin. Serokwezîr dibêje 'Çi karê te li wir heye' Birêz Serokwezîr BDP ji te fermanê nagire. Siyasetê ferî BDP'ê neke. BDP dikare biçe her derê. Ji ber te dengê gelê rastî êrîþên nijadperst hat nebihîst em çûn wir. Nîjadperestan li kolanan bûyer derxistin û avahiya partiya me þewitand. Lê polîsan ji xwe re temaþe kir. Heke gelê me û partiya me di mijara aþtiyê de samîmî nebe wê li vî welatî þerê navxweyî dest pê bike."

Demîrtaþ, da zanîn ku di pêvajoya hewildanê de, 30 hevalên wan hatine binçavkirin û xwest ku ev demildest serbest bên berdan.



ANF NEWS AGENCY


© 2010 Ajansa Nûçeyan a Firatê