Îlon 03, 2010  

HPG: Leþkerên Tirk hevdu dikujin

SÎNAN CÛDÎ
16:19 / 30 Tîrmeh 2010

BEHDÎNAN - Hat ragihandin di çalakiya li dijî qereqola Harûnan ya di navbeyna Gever û Þemizînan de 9 leþker hatin kuþtin, 7 leþker û 3 cerdevan birîndar bûn. HPG’ê diyar kir ku leþkerên Tirk li qereqola Haruna û bejihayan hevdu dikujin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê di derbarê vê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku nûçeyên nakok yên çapemeniya Tirk, rastiyê nabêjin. Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê ragihand ku 27’ê Tîrmehê, derdorê demjimêr 20.30 gerîlla 20 metre nêzîkê qereqolê bûne û bi roketavêjên B7 û çekên ferdî li leþkerên ku li hev civiyabûn reþandine. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku leþkerên ku ketin panîk, gule bi ser hev de reþandine.

FERMANDAR HEWLDA JI QEREQOLÊ BIREVE

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di çalakiya li dijî qereqola Haruna pêk hatî de 9 leþker hatin kuþtin, 7 leþker û 3 cerdevan birîndar bûn. HPG’ê ragihand ku fermandarê qereqolê çend leþker da gel xwe û hewl da ji qereqolê bireve. Leþkerên di qereqolê de bûn, hay ji van leþkerên direviyan tune bû, bi ser wana de reþand. Hat ragihandin ku di þerê qewimî de kuþtî û birîndar hene, lê hîn jimara wan nehatiye zelalkirin.

Piþtî çalakiyê, operasyon li herêmê hat destpêkirin. Operasyona artêþa Tirk 29ê Tîrmehê, bê encam xwe ji herêmê vekiþand.

YEKÎNEYÊN NIHÊNÎ LI HEV REÞANDIN

Hat xuyakirin ku yekîneyên nihênî yên artêþa Tirk ku li bejahiya navçeya Colemêrg Þemizînan derketibûn operasyonê li hevdu xistine. Leþkerên Tirk yên ku ji ber gerîllayan di nava panîkê de dijîn, netenê kesên sivîl, leþkerên li cem xwe jî li ber çavên wan dibin gerîlla.

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê, 27ê Tîrmehê, yekîneyên artêþa Tirk yên ku bi dizîkî ve, jibo danîna kemînan û keþifan li Geliyê Bebo ya li Þemizînan bi cih bûne, ketin nava þer. Piþtî yekîneyê nihênî agahiyên keþif û sîxûriyê dan, operasyon li herêmê hatin destpêkirin. Du yekîneyên nihênî yên li du deverên cuda bi cih bibûn, li hev xistin. Hat ragihandin ku di pevçûnê de kuþtî û birîndar hene, lê jimara wan tam nayê zanîn. Her wiha hat diyarkirin ku operasyonên 28ê Tîrmehê dest pê kirîn, bê encam xwe ji herêmê vekiþandin.

LI BESTA 4 KONTRA HATIN KUÞTIN

Gerîllayan darbeyek din li yekîneyên artêþa Tirk yên li Botanê derketibû operasyonê dan. Hat ragihandin, di çalakiya gerîllayên YJA-STARê 27ê Tîrmehê, demjimêr 18.00, li herêma Þehrîbana Besta pêk anî de 4 kontra hatin kuþtin. Hat xuyakirin ku ev çalakî ji hêla Tîma Þehîd Silav ya YJA-STARê ve hatiye lidarxistin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku artêþa Tirk piþtî çalakiyê kuþtî û birîdarên xwe bi helîkopterên skorsky rakirine. Artêþa Tirk piþtî çalakiyê li herêmê reþand û agirek din bi daristanan ket. Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyon bê encam 29ê Tîrmehê xwe ji herêmê vekiþandiye.



ANF NEWS AGENCY


© 2010 Ajansa Nûçeyan a Firatê