Îlon 03, 2010  

Ocalan: Ger muzakere nebe, çareserî jî nabe

ANF
15:28 / 30 Tîrmeh 2010

STENBOL - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê hefteyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêþniyarên xwe aþkera kirin û bal kiþand ser xetereyên li pêþ û wiha got: “Ya girîng mijara hebûn û nebûna kurdan e” û ev pirs kir: “Kurd li ku dera komarê ne?”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja çarþemê hevdîtin bi parêzerên xwe re pêkanî û di rojeva Ocalan xetereyên li pêþiya gelê kurd û çareserkirina pirsgirêka kurd hebû.

Ocalan, beriya behsa karektera pêvajoyê, referandûma Destûra Bingehîn, pêvçûnên li bajaran dest pê kirine bike, der barê tenduristiya xwe de agahî dan û got, pirsgirêkên tenduristiyê dewam dikin û wiha got: “Ji bo vir min gotibû, 'bîr', bandora þert û mercên vir jî heye, bê nefes dimînim. Ji ber ku rojên dawî pir germ e, hêj zêdetir bandorê dike. Ez pir bêhewa dimînim. Serê xwe didim kuna derî wisa nefes distînim. Eger wisa nekim, ez ê bênefes bimînim. Nikarim razêm. Tenduristiya min wisa ye, lê em ê li ber xwe bidin. Bi vî þeklî hewl didim bijîm.”

DIVÊ PEJIRANDINA BÊ GUFTÛGOKIRIN

Ocalan fikrên xwe yên der barê referanduma Destûra Bingehîn de jî anîn ziman û helwesta pêwîst a ji bo kurdan wiha rêz kir: "Di pêvajoya referandûmê de, divê BDP mijara pejirandin û nepejirandin kurdan guftûgo bike. Ango mijar hebûn û nebûna kurdan e. A girîng ne biryara boykotê ye, nêzîkahiya li hemberî pirsgirêkê ye. Divê pirsgirêk bi awayekî yekpare were nirxandin. Di vê mijarê de, di nava raya giþtî de guftûgoyên teng û teknîkî têne kirin. Bi uslubeke basît, nîqaþa 'erê' an jî 'na' yên teng têne kirin. Ev yek ne pir girîng e. Erê be jî, na be jî, ne girîng e. Pirsgirêk ji vê wêdetir e. A girîng qutnebûna ji yekparebûna dîrokî ye.”

Li gorî Ocalan dîroka bitûnî tê wateya zanabûna kurdan çawa û li ku winda kir: "Heta ku neyê zanîn ka kurdan çawa û li ku winda kir, em ê çawa roja xwe ya îro diyar bikin? Ji 1922'yan heta îro, pêvajoya 88 salan, çi bû ku kurdan wenda kir? Kurd di nava komarê de li ku ne? Tenê ne sedemeke windakirinê heye. Di vê windakirinê de, gelek sedemên civakî, siyasî, çînî, aborî û çandî hene. Îsyanên kurdan jî, yek ji wan bû. Ne tenê ji ber sedemekê kurd ketin vî halî. Dema ku ez dibêjim 'em nîqaþ bikin', ez dibêjim 'em van xalan nîqaþ bikin û hiþmendiyeke dîrokî biafirînin. Daxwaza min, ew e ku em hemû pirsgirêkan di platforman de bi hev re û bi gel re guftûgo bikin. Bila 6 mehan guftûgoyan bikin, wê pirsgirêk çareser bibin. Kê kurd li derve hiþtin, û çima hiþtin? Me komar bi hev re ava kir. Dibêjin, kurd hêmanên bingehîn yên komarê ne. Lê belê divê hesabê vê windakirina dîrokî ya kurdan û lidervehiþtina wan were pirsîn..."

KURD LI KU DERA KOMARÊ NE

Ocalan, xwest ji serî heta binî Destûra Bingehîn bê guhertin û tê de kurd werin naskirin: "Divê pêvajoyeke bi destûra bingehîn ve girêdayî bê meþandin. Destûreke Bingehîn a ji serî heta binî were nûkirin. Dibistaneke me ya ji bo zarokên nû dest bi dibistanê dikin jî nîne. Ev biratiyeke çawa ye? Damezirêneriyeke wisa nabe. Li Çanakkaleyê kurdan jî, þer kir. Di þerê rizgariyê de jî hebûn, li Sakarya û dema damezirandina Komarê de em hebûn. Paþê çi bû ku kurd ketin vî halî? Madem hûn dibêjin 'me bi hev re komar damezirand, madem em damezirîner in, û hûn dibêjin 'em bira ne', hûn me li kudera Destûra Bingehîn bicih dikin. Ev xala yekemîn e”.

BÛYERÊN ÎNEGOL Û DORTYOLÊ

Ocalan, wekî karektera bingehîn a vê pêvajoya 'muzakere' bi nav kirin û got heta muzakere nebin, wê çareserî nebe. Ocalan bal kiþand ser þer û pevçûnên belavî bajaran bûne û ev hiþyarî kir: "Eger rewþeke bêþer pêk neyê û ji bo vê bingeh neyê amadekirin, wê tu pêþketin çênebin. Min berê jî gotibû, dibe ku þer belavî bajaran bibin. Wê demê hema rabûn ev gotinên min berovajî kirin û gotin, 'Apo gefa dixwe’. Pir erzan nêz dibin! Ez li vir behsa îhtimala tiþtên biqewimin dikim. Eger hûn pirsgirêkê bi riyên siyasî çareser nekin, helbet wê pêvajo bixitime û þer zêde bibin. Wekî bûyerên li Dortyol û Înegolê, wê þer belavî bajar û navçeyan bibin. Belavbûna pevçûnan a li bajaran, ne wekî þerê li çiyayan e. Encamên wê giran û texrîbkar in. Ez ji vir hiþyar dikim, lê ew dibêjin tehdît dike. Çi bû? Di dawiyê de þer belavî bajaran bûn. Hem jî li deverên wekî Dortyol û Înegolê ku tu kes ne li bendê bû. Înegol devera herî bi aram a Bûrsayê ye, zêde kes wir nas nakin û yek ji deverên herî aþtiyane bû."

XETERÎ HENE

Ocalan bal kiþand ser bendewariyên civakê û anî ziman eger þer pêk neyê, wê pêvajoyake talûke ya þerê 30 salî derbas dike, dest pê bike. Ocalan wiha dewam kir: "Gel ji ber bêçareseriyê li ber teqînê ye. Eger li devereke wekî Geverê þerê nav bajêr pêk were, wê çi bibe? Wê sed hezar kes ji niþkê ve dakevin kolanan. Mirovên wir bi çek in. Eþîrên wir tên nasîn, hemû bi çek in. Eger gerîla jî bikeve nava Geverê, wê balafir rabin, bombe bikin, panzer guleyan bireþînin. Di rewþeke wisa de, wê di deqeyekê de 10 hezar kes bimirin. Eger tiþtekî wisa li bajarên wekî Stenbol, Mêrsîn, Edene û Amedê pêk bên, kî wê karibe ciwanên Amedê rawestîne? Ez Amedê nas dikim. Eger ciwanên Amedê bikevin nava tevgerê û kolanan û eger gerîla jî bikeve nava wan, êdî tu kes nikare wan rawestîne. Eger tiþtekî wisa rû bide, þer belavî bajaran bibe, wê encama þerê rojekê, bi qasî þerê 30 salî giran be. Di rewþeke wisa de, wê leþker û polîs nikaribin li hemberî gel bisekinin, an ewê birevin bajarê xwe û an jî qereqol û baregehên xwe. Wê êrîþ û mudaxeleyan jî bi balafir, helîkopter û panzeran pêk bînin. Ez îþaret li xetera encama tiþtekî wisa dikim. Aliyan hiþyar dikim. Vê yekê ji bo dewletê jî û ji bo PKK'ê jî dibêjim. Balê dikiþînin ser îhtimala xeteriyan."

REWÞ LI SER PIÞTA KÊRÊ YE

Ocalan ji ber tiþtên pêk tên xemgîniya xwe jî anî ziman û diyar kir ku ew, ne tenê ji bo PKK'iyan, ji bo leþker û polîsên dimirin jî xemgîn dibe. Ocalan ji derdorên demokrat, sosyalîst û rewþenbîran xwest ku ne tenê biaxivin, berpirsyariyê bigirin û wiha dewam kir: "Ez ji ber van hemû bûyeran û tiþtên dibe ku biqewimin, bi fikar im. Ji bo tiþtên neyînî neqewim û ji bo çareseriya pirsgirêkê þev û roj difikirim, di nava hewldanan de me. Heta saetek jî ranazêm. Dewlet jî û PKK jî li gorî xwe tevdigerin. Vaye hûn jî dibînin, her du alî jî li min guhdarî nakin. Pêwistiya biryarên xwe bi cih tînin. Ez hewl didim di navbera dewlet û PKK'ê de nefetisim û çareseriyê pêþ bixim. Rewþa niha aþtiyeke li ser piþta kêrê ye. Heta ji aþtiyê zêdetir rewþeke li ser piþta kêrê ye. Eger çareserî pêk neyê wê kêr her du aliyan jî bibire. Yanî em vî karî li ser piþta kêrê dimeþînin. Ji ber vê yekê ji hemû aliyan re dibêjim, guh bidin dengê Ocalan."

DIVÊ MECLÎS BIXE ROJEVA XWE

Ocalan pêþniyara hefteya derbasbûyî anîbû ziman dubare kir û xwest ku berî hemû tiþtî meclîs pirsgirêkê bigire rojeva xwe. Ocalan gavên ku dû re wê pêwist bibin jî wiha bi rêz kirin: "Piþtre divê 2 tiþt bêne kirin. Yek, divê Meclîsa Avakar were damezirandin. Dudo, divê Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetê û Dadê were sazkirin. Piþtî gavên pêwîst bêne avêtin, divê guhertina qanûnî pêk were, KCK û PKK dikarin hêzên xwe yên çekdar di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li cihêkî bi ewle kom bikin. Bi vî rengî pêvajoya çareseriyê pêþ dikeve. Ji bo tiþtekî wisa hêza min têr dike. Eger bingeha wê were amadekirin, ez dikarim rolekê bilîzim. An na, wekî ku hûn jî þahidiyê dikin, wê bûyerên weke yên rojên dawî pêþ bikevin. Di bin þertên îro de ji min ti tiþt nexwazin. Ez bang li her du aliyan dikim. Di bin van þertan de ji min tiþtekî xwestin, ehlaqî, wijdanî, însanî û demokratîk nîne. Di bin van þertan de li ser milê min kesekî mîna min bicihkirina berpirsyariyeke ewqasî mezin ne tiþtekî însanî ye. Dewlet berpirsyariya neserketina xwe, PKK jî berpirsyariya kêmasiyên xwe dixin stûyê min."

DIVÊ ÞERT BÊNE BAÞKIRIN

Der barê çareseriyê de, Ocalan îþaret bi muxataban kir. Ocalan anî ziman ku pirsgirêk bi BDP’ê re jî bi PKK’ê re jî çareser dibe, lê dewlet xwe nade ber vê. Ocalan got, eger tê xwestin ez bi rolekê rabim, divê meclîsa tirk der barê de min de biryareke prensîbê bide. Ocalan wiha dewam kir: "Di van þert û mercan de, ez nikarim bi rolekê rabim, divê ez karibim bigihim gerîla. Dema ez behsa van mijaran dikim, ev sûc û guneh tê hesibandin, ez nikarim bi awayekî rehet biaxivim, nikarim pêwendiyê deynim. Ev 12 sal in televîzyon nîne, hevalên din dikarin telefonê bidin, ez ji vê jî bêpar im. Di van þert û mercan de, ma ez ê çawa bi rolê xwe rabim? Bi ser de jî ez bi nav salan de jî diçim. Em þert û mercên girtîgehê jî li vê zêde bikin, hingî ne mumkin e, ez bêhtir rol bigirim ser xwe. Wekî din divê ev baþ were zanîn ku rewþa fizîkî jî heta bi deverekê destûrê dide, ez ê heta hetayê nebim. Ez bimînim jî zindîtiya min û tenduristiya min wê timî wisa nemîne. Jixwe ya girîng tenduristiya civakî ye, eger tenduristiya civakî nebe, hingî tenduristiya herkesî wê xira bibe. Divê mirov bi vî rengî lê binêre."

DAYÎNA DAXUYANIYAN NE BES E

Ocalan xwest daxuyaniya wî ya 31'ê Gulanê ez ê vekiþim jî bi vî rengî were fêmkirin û wiha axivî: "Ez hinekî li temenê xwe, pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî fikirîm û min ev biryar da. Ez bi carekê vekiþiyama, dibû ku vê yekê rê li ber teqînekê vekira. Ji bo rê li ber kaoseke di dema nebûna xwe de bigirim, min wisa hizir kir ku divê ez hêdî hêdî vekiþim; tevgerê, gelê me ji vê yekê re amade bikim. Ez nizanim bi vî rengî ez ê hê çiqasî karibim bi rê ve bibim." Ocalan behsa bandora çaresernekirinê li ser gel jî kir û ev tespîtên jêr kirin: "Milet birçî ye, xizan e, westa ye, êþiyaye, ma bila çi bike, doza çareseriyê dike. Ev þer û ev kaos herî zêde bandora xwe li gelê me yê xizan dikin. Ev þer zêde bibe, bi hezaran mirov wê bimirin. Li Colemêrgê di rojekê de deh hezar mirov wê bimirin, ti kes nikare xwe xilas bike. Çend kurdên xwedî holdîng hene, ew ê rajên mal û milkê xwe birevin biçin, tiþtek wê bi wan neyê. Bi tenê bi dayîna daxuyaniyan pirsgirêk çareser nabe. Lê belê Rêxistinên Civaka Sivîl bi tenê daxuyaniyan didin. Daxuyanî divê ne bi tenê ji bo me bin, divê berê xwe bidin dewletê jî, divê bi pêþniyarên çareseriyê zextê li dewletê bikin."

KURD BÊ ÇARE Û ALTERNATÎF NÎNIN

Ocalan got, eger çareseriya demokratîk pêþ nekeve, kurd bê çare û bê alternatîf nînin û wiha bang li aliyan kir: "Ez bang li dewletê dikim, eger tê vê pirsgirêkê çareser bikî bike, eger tê wê tune bikî bike! Ez bang li PKK'ê dikim, eger tê þoreþê bikî bike, eger tê radest bibî jî bibe! Êdî tu maneya dirêjkirina vî karî nîne, êdî civak hew xwe li vê lebikandin û mijûlkirinê radike. Li vir ji min re di nava heft heþt salan de çar caran gotin bisekine, hilbijartin hene. Me mijûl dikin, rewþ ev e. Ev 12 sal in min li vir sebr kir, ji bo çareseriya pirsgirêkê bi þev û bi roj ez xebitîm. Li vir bi sebr û semax min hewl da aþtiyê, çareseriya civakî pêk bînim, lê sînorên min jî hene. Ez dikarim bi yek carê her tiþtî xera bikim û bêjim kî çi dixwaze bila bike. Hingî dikarin werin di nava saetekê de min li vir bikujin, ev hîç ne xema min e, ez ji vê jî natirsim." Ocalan got, "ger pêwîst bike ez ê xwe 12 salên din jî li vê bigirim, pêwîst bike saniyeyekê jî sebr nakim û mijûlkirinê hîç qebûl nakim". Ocalan anî ziman ku bi bahaneya referandûm heye û paþê jî hilbijartin hene nabe ku mijûlkirin were qebûlkirin.

KURD ALÎGIRÊ PÊKVE JIYANÊ

Ocalan wiha axivî: "Eger ne wisa be, kurd wê bi xwe li çara serê xwe binêrin. Ev rewþ wisa nikare bidome, qutbûneke ruhî heye. Li herdu aliyan jî hêrs komî ser hev bûye." Daxuyaniyên Ocalan wiha dewam kirin: "Daxuyaniya Cemîl Bayik hebû, digot, 'em ê Xweseriya Demokratîk îlan bikin.' Eger çareseriyê qebûl nekin, va ye Kosova jî mînakek e, dibe ku bûyerên bi vî rengî biqewimin. Kurd alîgirên jiyana bi hev re ne, ne alîgirên jihevqutbûnê ne, heta em dixwazin sînorên Mîsaqî Milî yên kevin jî bixin nav û çareseriyeke bi hev re pêþ bixin. Lê belê daxwaza jiyana bi hev re bi serê xwe ti maneya wê nîne, divê ev daxwaz dualî be, û tiþtên ji bo wê pêwîst divê werin kirin. Eger bi hev re dijîn, divê ev jiyana bi hev re weke zewaceke qanûnî, xwedî îfadeyeke xwe ya destûra bingehîn be. Em bi mînaka jinê mijarê rave bikin; eger di zewacê de jinek herroj lêdanê bixwe, were piçûkxistin, hingî yan ewê bireve yan jî ewê vê rewþê qebûl neke û dev ji mêr berde. Rewþa Kurdan jî bi vî rengî ye. Eger tu Kurdan înkar bikî, ti mafê wan nedî wan, hingî Kurd xwediyê wî mafî ne ku ya pêwîst bikin."

ÞÊWAZÊ KONFEDERALÎZMÊ

Ocalan, anî ziman ku kurd dikarin li ser terza Konfederalîzma demokratîk xwe bi rêxistin bikin û wiha dewam kir: "Kurd bêyî ku bi sînorê dewleta bilîzin, beyî ku dewletek cuda, li ser pîvanên çareseriya demokratîk dikarin xwe bi rêxistin bikin. Ez vê ji bo kurdên li Sûriyeyê, Îranê jî dibêjim, ew jî dikarin tevli kongreyê bibin. Li Afrîkaya Baþûr jî Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê heye. Mînakên weke vê li cîhanê hene, dikarin ji van mînakan sûdê wergirin. Êdî dem dema yekitiyê ye."

JI BO ARAM TÎGRAN BIBÎRANÎ

Ocalan Erkan Gumuþtaþê li Rihayê bedena xwe dabû ber agir jî bibîr anî û wiha got: "Ez van çalakiyên bi vî rengî erê nakim lê ji berxwedana wan re rêz digirim. Gelek cureyên berxwedanê hene, dikarin bi awayên din li ber xwe bidin. Ez ji malbata wî û gelê me re sersaxiyê dixwazim."

Ji ber salvegera wefata Aram Tîgran jî peyamek da û got, ez bawerim li Amedê bibîranîneke pir bi heybet û tevlibûneke xurt wê pêk were.

Der barê akademiya baweriyê ya li Dêrsimê hatiye vekirin de jî Ocalan wiha got: "Ev akademî divê bibe navenda hemû çand û baweriyên li herêmê û pir bi berfirehî wan temsîl bike. BDP û derdorên din jî wê piþtgiriyê bidin vê xebatê."

Ocalan herî dawî jî, silavên xwe ji zarokên Colemêrg Geverê û girtiyên siyasî re þandin.



ANF NEWS AGENCY


© 2010 Ajansa Nûçeyan a Firatê