Çile 28, 2012
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta BDP'ê ku duh hatibû Herema Federal a Kurdistanê, hevdîtinên xwe yên bi Serokê Herema Kurdistanê Mesut Barzanî, Serokê hikumeta Herêma Kurdistan Berhem Salih re temam kir û vegeriya Tirkiyeyê.
Heyeta BDP'ê ku ji Hevseroka KCD'ê Yuksel Genç, Hevserokê DTP'a hate girtin Ahmet Turk, Parlamentara DTP'a hatiye girtin Aysel Tugluk, Parlamenterê BDP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz, Endamê PM'ê Fethî Gumuþtaþ pêk dihat, piþti hevdîtinên bi Serokê Herema Kurdistanê Mesut Barzanî, Serokê hukumeta Herêma Kurdisatanê Behrem Salîh re temam kir, îro vegeriya Tirkiyeyê.
Hate zanîn di hevdîtinan de Konferansa Neteweyî ya Kurd, vekirina nûnertiya BDP'ê ya Hewlêrê û mijarên siyasî yên din hatine nîqaþkirin. Hate ragihandin ku heyet wê piþtî 3 rojan cardin vegere Herêma Federal ya Kurdistanê.
ANF NEWS AGENCY